Saziya tendirostiya cîhanî huşdarî dide xelkê

heta niha zêdetir ji 500 hezar kes canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Saziya tendirostiya cîhanî dibêje eger xelk li welatên cîhanê pêbendî şîret û rêkarên xweparêziyê nebin, vê li cîhanê karesatên mezin biqewmin.

Saziya cîhanî di daxuyaniyeke xwe ya taybet bi Koronayê de eşkere kiriye ku belav bûna Koronayê gelek zêde bûye û di nava 5 rojên derbazbûyî de li seraserê cîhanî bi giştî 1 miliyon kes bi Koronayê ketine.

Herwiha hatiye eşkere kirin ku heta niha li seraserê cîhanê zêdetir ji 13 miliyon kes bi Koronayê ketine ku yek miliyon ji wan di nava 5 rojên derbazbûyî de bi Koronayê ketine û zêdetir ji 500 hezar kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.