Ev her çar zanayên olî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Duhê yekîtiya zanayên ola îslamê ya li Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku heta niha çar mamosteyên olî yên endam di nava yekîtiya zanayên olî de jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku heta niha bi giştî 30 mamosteyên olî yên endam di yekîtiya zanayên olî de bi Koronayê ketine.
Di beşeke din ji daxuyaniya han de daxwaz ji welatiyan hatiye kirin ku bo xweparêzî ji Koronayê pêbendî şîret û rêkarên xweparêziyê bin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin