Çend Fermandar û leşkerên Siûdî hatine kuştin

dibêje êrîşî ser çend balefirgeh û bajaran kirine
کوردستان TV
100%

Çekdarên Hûsî îro êrîşeke berfire birine ser hêzên Siûdiyeyê.

Di vê derbarê de ajansa nûçeyan ya sputnik belav kir ku çekdarên Hûsî êrîşeke berfire li dijî hêzên Siûdî li Yemenê dane destpêkirin.

Li gor çavkaniyê di encama êrîşa ku bo ser leşkergehekê ya li bajarê Mereb pêk hatiye hijmareke zêde Fermandar û leşkerên Siûdî hatine kuştin.

Ji aliyeke din ve Hûsiyan jî diyar kiriye ku bi mûşek êrîşî ser çend balefirgehên Siûdî kirine.

Weke tê zanîn çekdarên Hûsî ku li Yemenê şer dikin ji aliyê Îranê ve tên piştgîrîkirin.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.