Li Kurdistanê dermana Koronayê hate çê kirin û îro bi fermî tê bikar anîn

derman bandoreke gelek zêde li ser Koronayê dike
کوردستان TV
100%

Ev derman destpêkê li Rûsyeyê hatibû çê kirin lê niha li Kurdistanê cureya baştir ya wê dermanê hatiye çêkirin.

Di vê derbarê de Peyvdarê wezareta tendirostî Mihemed Qadir Xweşnaw ragihand ku dermana Favipiravir yaku ji aliyê Rûsyeyê ve bo dijî Koronayê hatibû çêkirin, niha li Kurdistanê de bi kiwalîtiyeke baştir hatiye çêkirin.

Mihemed Qadir diyar kir ku biryar bû hikûmeta Îraqê Favipiravir ji Rûsyeyê bistîne, lê piştî wergirtina mînaka wê dermanê, kargeha awamedîka ya li Hewlêrê kariye dermanê han bi kiwalîtî û curiyeteke baştir û bihêztir çê bike.

Piştî çê kirinê ev derman ji aliyê wezareta tendirostî ya Îraqê ve hatiye pejrandin û wezareta tendirostî ya Îraqê jî yekem rêkeftin li gel kargeha dermansazî ya Awamedîka bo kirîna dermanê îmzekiriye û niha li Îraqê ew derman bi ser nexweşên ku bi Koronayê ketine tê dabeşkirin.

Qadir eşkere kir ku îro duşem li Kurdistanê jî ew derman bi ser nexweşxaneyan de hatiye dabeşkirin daku bidin wan kesên ku bi Koronayê ketine.

Li gor cerbandinên nûjdariyê, ew dermana han bandoreke gelek baş li ser Koronayê dike û rêjeya mirinan bi Koronayê kêm dike.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.