Fermandareke din yê Îranî hate kuştin

nehatiye gotin ka çawe hatiye kuştin
کوردستان TV
100%

Efsereke din yê spaha pasdaran ya Îranê li Sûriyeyê hate kuştin.

Rayedarên Îranê duhê êwarê belav kirin ku Efsereke Îranî yê bi navê Îbrahîm Esmî li Sûriyeyê hatiye kuştin.

Di vê derbarê de Fermandarê lîwaya 10 ya spaha Pasdaran Rostem Elî Refî belav kiriye ku Fermandareke mezin yê spaha pasdaran ya Îranê li Sûriyeyê hatiye kuştin.

Weke tê zanîn Îsraîl bi eşkere êrîşî ser komên çekdar yên ser bi Îranê yên li Sûriyeyê dike û dibêje em rê nadin ku ti hebûneke leşkerî ya Îranê li Sûriyeyê de hebe.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.