Teqîneke din ya mezin li Tehranê çê bû

dibêjin di encama teqînê de kesek birîndar bûye
کوردستان TV
100%

Duhê bi şev teqîneke din ya gelek mezin li Tehrana paytexta Îranê çê bû.

Rayedar û çapemeniya Îranî behsa vê yekê dikin ku teqîn di encama teqîna kepsûleke gazê de çê bûye û di encam de kesek birîndar bûye.

Hêzên agir vemirandin û hawar hatinê yên Îranê jî behsa vê yekê kirine ku teqîn di encama teqîna çend kepsûlên gazê ku di nava xaniyekê de bûne, çê bûye û di encama teqînê de xanî rûxiyaye û kesek jî birîndar bûye.

Weke tê zanîn di destpêka Tîrmehê heta niha ev 3mîn teqîne ku li Tehranê çê dibe û hinek jêder jî behsa vê yekê dikin ku ev teqîn di nava navendên etomî û navendên girîng yên Îranê de çê dibin û teqîn ji jiber êrîşan çê dibin, lê heta niha rayedarên Îranê behsa ti êrîşekê nekirine.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.