Korona li Îraqê gelek bilez belav dibe û di vê çarçoveyê de jî hijmareke zêde Parlementer û karmendên parlementoya Îraqê bi Koronayê ketine.
Ji aliyeke din ve Serokê parlementoya Îraqê Mihemed Helbûsî diyar kir ku hijmarek ji Parlementer û karmendên parlementoyê bi Koronayê ketine.
Herwiha hate eşkerekirin ku heta niha 20 kes ( parlementer û karmendên parlementoyê) bi Koronayê ketine û du kes jî ji wan canê xwe ji dest dane, lewre tê gotin ku mimkune parlementoya Îraqê vê hefteyê jî ti civînek lidar nexe.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin