Amara dawî ya berketiyên Koronayê hate belav kirin

heta niha bi giştî 312 kes canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Duhê bişev wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên dawî yên taybet bi berketin û mirina bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbazbûyî de li Kurdistanê bi giştî 262 welatî bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde li Hewlêrê bûye û 104 kes li vê bajarê bi Koronayê ketine, li Silêmanî 77 kes û li Gerimiyanê 67, li Dihukê 5 û li Helebceyê jî 11 kes bi Koronayê ketine.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku di nava 24 seatên derbazbûyî de 7 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane ku yek li Hewlêrê, 2 li Silêmanî û çar kesên din li Gerimiyanê bûne.

Heta niha li Kurdistanê bi giştî 9 hezar û 201 kes bi Koronayê ketine û 312 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.