Mesrûr Barzanî: Hikûmeta hikûmeta xizmet kirinê ye

dibêje têkilî di navbera projeya reforman û paş ketina mûçeyê de tuneye
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi mebesta danîna kewira bingehînya projeya steratejîk ya cadeya 100 metrî ya Silêmanî serdana vê bajarê kir.

Di gotarekê de beriya danîna kewira bingehîn ya projeyê, Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku ev projeya han yek ji projeyên girîng û steratejîk ya Kurdistanê ye û hikûmeta herêma Kurdistanê jî biryar li ser daye û cîhbicîh dike.

Serokwezîrê herwiha diyar kir ku xelkê hêja û delal yê Silêmanî hêjayê xizmet kirinê ye û lazime zêdetir xizmeta xelkê were kirin û ev projeya han jî projeyeke giringe û gelek fêde bigehîne bajarê Silêmanî û ji aliyê kompaniyên navxweyî û karker û sermayeya navxweyî ve tê cîhbicîhkirin.

Serokwezîrê herwiha eşkere kir ku hikûmet, hikûmeta tevahiya welatiyên Kurdistanê ye, û bê ti cudatî xizmeta her kes dike.

Mesrûr Barzanî eşkere kir ku di destpêka destpê kirina kabîneya nû de biryar hatiye dayîn ku hikûmet hikûmeta xizmetgozar be, lê jiber qirîza darayî û qirîza Koronayê niha rastî çend kêşeyan hatine lê rixmî wan kêşeyan berdewam dibin li ser xizmet kirina xelkê Kurdistanê û awedan kirina Kurdistanê.

Barzanî di beşeke din ji gotara xwe de diyar kir ku qirîza darayî, korona û dabezîna buhayê petrolê me rastî kêşeyên darayî kiriye lê hewl didin xwe li gel dahata heyî ya li berdest bigoncênin. Barzanî herwiha spasiya xelkê Kurdistanê kir ku kariye li hember qirîza li ber xwe bide û anî ziman ku niha xema me ya serekî dabîn kirina mûçeyê ye.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku ti têkiliyeke di navbera projeya reforman û paş ketina mûçeyan de tuneye, paşketina mûçeyê jiber qirîza darayî û bandora Koronayê ya li ser abûriya Kurdistanê ye, lê projeya reforman ku heta niha gelek gavên baş jî hatine avêtine proseseke berdewam û dem dirêje û bi yek şev bi dawî nabe, lê di pêşerojê de cîhbicîh kirina prosesa reforman bandoreke gelek baş li ser Kurdistanê dike.

Serokwezîr herwiha daxwaz ji xelkê Kurdistanê kir ku bo xweparêziyê ji Koronayê pêbendî şîretên tendirostî be û Korona neke pirseke siyasî.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.