Amerîka bertek nîşanî beriyara Tirkiyeyê ya derbarê Ayasofayê de da

vê 24ê Tîrmehê yekeme nimêja înê têde were xwendin
کوردستان TV
100%

Wezareta Derve ya Amerîka diyar kir ku jiber biryara hikûmeta Tirk ya ser guherandina statuya Ayasofya xeyalên wan şikestine.

Berdevika wezareta derve ya Amerîka Morgan Ortagus ser Ayasofya daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

 ‘’ di daxuyanîyê de hat gotin ku jiber biryara ser guherandina statuya Ayasoyfa xeyalên me şikestin. Ew avahî, jiber dîroka xwe ya çandî ya dewlemend di Lîsteya Mîratên Cîhanê ya UNESCO de ye û yek ji parçeyên girîng yên cîhên dîrokî yên Stenbol e.’’.

Di daxuyanjyê de bi berdewamî hat gotin ku divê hikûmeta Tirk rê li ber serdanên Ayasofya negire û ew li benda gavên wisa ne.

Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan da zanîn ku ewê Ayasofya di 24'ê Tîrmehê de bi nimêja Înê bo îbadetê vekin

Voa

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.