Hejmara pêketiyên Korona 12 mîlyon derbaz kir

heta niha 7 miliyon ji Koronayê rizgar bûne
کوردستان TV
100%

Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 12,043,080 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketiyan pirtir ji 3 mîlyon e.

Li dû Amerîka, bi pirtir ji 1,7 mîlyon pêketiyan Brezîlya, li dû wê jî bi 767,000 pêketîyan Hîndistan tê.

Jiber vîrusa korona li Amerîka 132,309, li Brezîlya 67,964 û li Brîtanya jî 44,602 kes jiyanên xwe ji dest dane.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahiyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê bi qasî 85,000 kes bi vîrusa korona ketine û 4,641 kes bi wê mirine

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.