Civata ewlekarî daxwazeke Rûsyeyê derbarê Sûriyeyê de red kir

Rûsye daxwaz kiribû bi rêya deriya Bab Elheva hevkarî bo Sûriyeyê werin şandin
کوردستان TV
100%

Piştî ku Rûsye li civata ewlekarî ya ser bi Netewên Yekgirtî mekanîzma hevkariya cîhanî y abo Sûriyeyê veto kir, duhê jî li civata ewlekarî ya NY daxwazeke Rûsyeyê ya derbarê Sûriyeyê de hate redkirin.

Duhê civata ewlekarî ya NY daxwaza Rûsyeyê ya bo şandina hevkariyan bo Sûriyeyê bi rêya yek deriya sînorî bo 6 mehan, red kir.

Li gor daxwaza Rûsyeyê lazim bû bo şeş mehan hevkariyên însanî yên bo Sûriyeyê li Tirkiyeyê ve bi rêya deriya sînorî ya Bab Elheva bo Sûriyeyê werin şandin, lê ev daxwaza han ji aliyê civata ewlekariya NY ve hate redkirin.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.