Civata wezîran behsa çend mijaran kir

vê Cotkarên xudan maf werin qerebû kirin
کوردستان TV
100%

Îro civata wezîran ya herêma Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;

Îro çarşem 8ê Hezîrana 2020an bi rêya onlîne me gerînendetiya civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir.

Di destpêka civînê de Cîgirê Serokwezîr raportek derbarê programa bayometrî pêşkêş kir ku têde bi zaniyarî û hûrgiliyan behsa qonaxên sîstem û armanc û encamên sîstema bayometî hatibû kirin û tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku ev projeya han projeyeke giştgîr û berfiretir ji vê yekê ye ku tenê databês be bo tomara bayometriya mûçexoran.

Piştî giftûgo û lihev veguhastina nêrînan, destpê kirina qonaxa duyem ya bayometî bi mebesta pêşde birina hikûmeta dîcîtalî bi fêde wergirtin ji teknolojiya zaniyariyan di warê birêvebirina dezgehên hikûmeta û berfire kirina programa han ta bigehêje warin dinhate pesendkirin.

Bayometrî alîkareke serekiye bo cîhbicîh kirina piratîkî ya reforman û dîcîtalîze kirina dezgehên hikûmet û dahênana şêwazeke nû ya çalak bo hikûmet û hikumraniya rast û dirost.

Di berdewamiya civînê de wezîra çandiniyê û çavkaniyên avê çend babetên têkildar yên bi kerta çandiniyê pêşkêş kir weke ji nûve rêkxistina girêbestên çandiniyê ku bi awayek bikeve xizmeta geşe pêdana çandiniyê û pêşî girtin ji dabîn kirin û bikar anîna zeviyên çandiniyê bi mebestên ne çandiniyê.

Di berdewamiya heman mijarê de çend pilanên wezaretê yên bo geşe pêdana nemangehên (cîhên şitlan) ser bi wezareta çandiniyê û cokên ava hatin pêşkêşkirin ku biryare bi rêya hevbeşiya kerta taybet û giştî weke çavkaniyeke nû ya dahatê û pêşde birina wan nemangehan tên cîhbicîhkirin. Piştî gitûgoyeke berfire bi piraniya dengan biryar hate dayîn daku ev pêşniyarên han yên wezareta çandiniyê û çavkaniyên avê werin pejrandin.

Di dawiya civînê de her yek ji wezaretên çandinî û çavkaniyên avê, şaredarî û torîzim û dadê hatin pîwerdarkirin daku di qerebû kirina ev Cotkarên ku xudan girêbestên çandiniyê ne û xudan mafê qerebû kirina wan ji aliyê wezareta çandiniyê ve hatiye piştrastkirin di çarçoveya qanûnên di meriyetê de lezê bikin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.