Mistefa Kazimî daxwaza mayîna hêzên Amerîkayê dike

Rojnameya washîngton post ev yek belav kiriye
کوردستان TV
100%

 Îro çarşemê rojnameya Amerîkî Washinton Postê di raporteke xwe de ji ser zarê berpirsekî Amerîkî belav kiriye ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bo rûbirbûna milisên ser bi Îranê daxwaza mayîna hêzên Amerîkayê kiriye.

Fermandarê hêzên navendî yê Amerîkayê General McKenzie ji Washington Postê re axiviye û aşkere kriye Mistefa Kazimî li dijî milîsên Îranê ye yên êrîşî hêzên Amerîkayê dikin. Herwiha McKenziye aşkere jî kiriye bo arambûn û îstîqrara Iraqê divê Mistefa Kazimî milîsên Îranê ji nav bibe bo ku karibe welatê xwe îdare bike.

Herwiha McKenzie, pesnê Mistefa Kazimî jî dide û dibêje ew ê alîkariya Mistefa Kazimî bikin

N: E. G

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.