4 komîteyên leşkerî yên hevbeş vê werin ava kirin

vê di rojên pêş de şandeke artêşa Îraqê serdana Hewlêrê bike
کوردستان TV
100%

Li gor rayedarên wezareta pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê şanda wezareta pêşmerge yaku beriya çend rojan serdana Bexdayê kiribû û li gel rayedarên artêşa Îraqê civiya bû, li ser çend xalan lihev kirine.

Li gor rayedaran, di civînan de her du alî li ser ava kirina 4 komîteyên hevbeş yên leşkerî yên bo operasiyonên hevbeş lihev kirine û vê di nava çend rojên pêş de ev çar komîte werin avakirin.

Ev her çar komîte vê li Kerûk, Diyala, Mexmûr û Mûsil karên xwe bidomînin.

Hewriha biryare di nava çend rojên pêşiya me de şandeke artêşa Îraqê bi mebesta domandina giftûgoyên xwe yên li gel wezareta pêşmerge serdana Hewlêrê bike.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.