Îro li Hewlêrê Hunermend û Nivîskarê Kurd Şêrzad Ebdulrehman jiber nexweşiya penceşêrê canê xwe ji dest da.
Nav hatî ji eşîra Nanekeliye û di sala 1958an de li taxa Teyrawa ya Hewlêrê jidayik bûye.
Di sala 1970 bi gotina stiranan li beşê Kurdî ya radiyoya Bexdayê dest bi kar û çalakiyên xwe yên hunerî kiriye.
Bi giştî nêzî 46 salan xizmeta huner û ragihandina Kurdî kiriye û 24 pirtûk jî nivîsandiye.
N: E.G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin