Korona li Amerîka zêdetir ji 130 hezar kes kuştiye

tenê li eyaletekê zêdetir ji 100 hezar kes bi Koronayê ketine
کوردستان TV
100%

Zanîngeha Johns Hopkinsê ragihand ku li Amerîka hejmara mirinên ji vîrusa korona 130,000 derbaz kiriye.

Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, vîrusa korona li Amerîka 130,306 kes kuştine ku ew welat bi vê hejmarê li cîhanê di rêza yekê de ye.

Ji nav eyaletên Amerîka, vîrusa korona herî zêde li New Yorkê hatiye tespît kirin û di rojên dawî de li eyaletên li başûrê welêt jî hejmara pêketîyên nû yên wê vîrusê zêde dibe.

Raorên Navendên Kontrolkirin û Pêşîgirtina Nexweşîyan ya Amerîka (CDC) raber dikin ku hejmara mirinên ji vîrusa korona dê heta 25’ê Tîrmehê 140,000’î derbaz ke û heta 160,000’î jî rabe.

Li gor raporên CDC’ê dê herî zêde li Arizona, Arkansas, Florida, Idaho, Nevada, Oklahoma, Oregon, Carolina Başûr, Teksas, Utah û Wyomingê mirinên ji vîrusa korona çêbin

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku heta îro bi tenê li eyaleta  Arizona zêdetir ji 100 hezar kesan bi Koronayê ketine.

Voa

 

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.