Îro bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî komîteya bilind ya cîhbicîh kirina proje qanûna reforman civiya û piştî civînê jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê naveroka civînê de li ser pêgeha xwe ya fermî wisa nivîsandiye;
Îro duşem 6/7/2020 bi rêya onlîne me gerînendetiya civîna komîteya bilind ya cîhbicîh kirina proje qanûna reforman kir.
Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr û hijmarek ji wezîrên têkildar têde amade bûn giftûgo derbarê pêngavên cîhbicîh kirina proje qanûna reforman û çend bernivîsên taybet bi reforman hate kirin.
Piştî giftûgo kirin li ser çend bernivîsên navxwe ku ji bo asankarî kirin bo cîhbicîh kirina proje qanûna reforman hatibûn amadekirin, têbînî û nêrînên pêwîst ji aliyê beşdaran ve hatin pêşkêşkirin, pişt re jî biryar hate dayîn daku di civîna pêş ya civata wezîran de werin pejrandin.
N: E.G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin