Muzeya Louvre ya Parîsê jinûve vedibe

jiber Koronayê ev çend meh bû hatibû daxistin
کوردستان TV
100%

Muzeya Louvre ya li Parîs ya paytexta Fransa, ku li cîhanê bi nav û deng e, îro Duşemê jinûve vedibe.

Ew muze jiber vîrusa korona bi qasî çar mehan girtî mabû.

Karbidestên Muzeya Louvre didin zanîn ku dê karanîna maskeyan mecbûr be û hejmara kesên di muzeyê de jî sînordarkirî be.

Beşên muzeyê yên ku lê mesafeya civakî çênabe dê girtî bimînin.

Her sal bi qasî 10 mîlyon kes serdana Muzeya Louvre dikin ku piranîya wan ji derveyê Fransa ne

Voa

 

Dab û Nerît

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.