Korona abûriya Tirkiyeyê têk biriye

dibêje zêdetir ji 14 miliyon kesan bêkar bûne
کوردستان TV
100%

Li gor amarên dawî yên navenda amara Tirkiyeyê beriya hatina Koronayê, li Tirkiyeyê 13 miliyon kes bêkar bûne lê di dema Koronayê de hijmareke zêdetir ji xelkê bêkar bûne.

Ji aliyeke din ve CHP jî raporta xwe ya derbarê rewşa abûriya Tirkiyeyê de belav kir û di raportê de hatiye dayîn ku beriya hatina Koronayê, qirîza darayî, giranî û bêkarî li Tirkiyeyê gelek zêdetir ji vê yekê bû ku hikûmet behsa vê dikir lê piştî hatina Koronayê qirîza darayî kûrtir bûye, bêkarî gelek zêdetir bûye û niha hijmara bêkaran li Tirkiyeyê 14 miliyon derbaz kiriye û giranî jî gehêştiye lûtkeyê.

CHPê herwiha eşkere kiriye ku Korona abûriya Tirkiyeyê têk biriye lê hikûmet naxwaze vê yekê bo raya giştî eşkere bike.

N: E. G

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.