Dîsa êrîşî balefirxaneya Bexdayê hate kirin

heta niha ti zaniyarî derbarê zirarên êrîşê de nehatine belavkirin
کوردستان TV
100%

Li gor zaniyariyên berdest, îro duşem danê sibê bi mûşek êrîşî balefirxaneya navnetewî ya Bexdayê hatiye kirin.

Jêderên ewlekarî behsa vê yekê kirine ku mûşekek Katûşiya di nava balefirxaneyê de ketiye erdê.

Derbarê zirarên canî û madî yên vê êrîşî de heta niha ti zaniyarî nehatine belavkirin.

Weke tê zanîn beriya du rojan hêzên ewlekarî yên Îraqê dest danîbûn ser du mûşekên ku bo avêtin bo balefirgehê hatibûn amadekirin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.