Rûsye: Îstîxbarata Amerîkî bazirganiya madeyên narkotîkê dike

Amerîka rûsye bi rêkeftin li gel Talibanê tawanbar kiribû
کوردستان TV
100%

Piştî ku hikûmeta Amerîkayê Rûsye bi vê yekê tawanbar kir ku Rûsye bi awayekî nihênî li gel çekdarên Talibanê pêk hatiye û pere dide çekdarên Talibanê daku li Efxanistanê êrîşî ser leşkerên Amerîkî bikin, îro nunerê taybetî yê Serokê Rûsyeyê yê bo karûbarên Efxanistanê Zamir Kabulov ragihand ku îdîayên Amerîkayê dûrin ji rastiyê.

Zamir Kabulov eşkere kiriye ku ti rêkeftinek di navbera Rûsye û Talibanê de tuneye û îstîxbarata Amerîkî mişxûlî bazirganî kirine bi madeyên narkotîkî lewre aliyên din li ser esasê îdîayên bêyî esas tawanbar dike.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.