Li gor zaniyariyên berdest duhê danê êwarê li bajarê Serê Kanî di navbera komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê de pevçûn derketiye û hîn jî didome.
Jêderên ji herêmê behsa vê yekê dikin ku her du komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê Hemzat û Sutlan Murad duhê danê êwarê jiber lihev nekirin li ser xanî û erdên welatiyekî Kurd ku dagîr kirine, bihev ketine.
Pevçûn heta direngiya şevê dom kiriye û îro dîsa komên cîhadî êrîşî ser hev û du kirine.
Tê gotin ku kuştî û birîndarên her du koman hene lê hijmar nehatiye eşkerekirin.
Weke tê zanîn ku Girê Spî û Serê Kanî ji aliyê Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê ve hatine dagîrkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin