Di dema vemirandina agirê de mîn bi wan re teqiyaye.
Li gor zaniyariyên berdest, duhê 3 karmendên din yên îdareya çavkaniyên xwezayî li Kirmaşanê di dema hewldan bo vemirandina agira ku bi daristanên Merexêlê ya li bajarê Paweyê de bûne, jiber teqîna mînekê bi wan re bi dijwarî birîndar bûne.
Ev çend roje agir bi daristanên Merexêlê li bajarê Paweyê ketiye û di rojên derbazbûyî de sê jîngehparêzin Kurd yên ku endamên navenda Vejîn ya jîngehparêzî bûn, di dema vemirandina agirê de jiber şewatê canê xwe ji dest dabûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin