Li Zaxoyê 2 balafirên keşfê yên artêşa Tirk ketin

duhê bi şev hatine xistin
کوردستان TV
100%

Duh bi şev li bajarokê Dêrelok ê Zaxoyê 2 balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker ketin xwarê. Her wiha bombebarana li ser Başûrê Kurdistanê dewam dike.

Duh bi şev balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk a dagirker careke din bajarokê Dêrelok yê Zaxoyê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir. Li gorî agahiyên berdest ziyaneke zêde gihîşt bax û baxçeyên welatiyan.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, 2 balafirên keşfê yên artêşa dewleta Tirk a dagirker li herêma Dêrelok ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk lê didomin, ketin xwarê. Der barê ketina her du balafirên keşfê de heya niha Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya  HPG’ê tu daxuyanî nedane

Anha

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.