Serokwezîrê Îsraîlê dibêje êrîşên wan bo ser çekdarên Îranî û alîgirên Îranê berdewam dibin.
Serokwezîrê Îsraîlê Binjamîn Netanyahu di gotareke xwe de huşdarî da Serokê rejîma Sûriye Beşar Esed û jê re got; Eger derfet bi Îranê bidî ku li vê welatî hebûna xwe ya leşkerî bihêztir bike vê demê pêşeroja xwe dixî nava metirsiyên gelek mezin.
Netanyahu bi rayedarên Îranê jî gotiye: Ez ji Ayetulahên Tehranê re dibêjim ku Îsraîl berdewam dibe li ser êrîşên xwe bo ser çekdarên Îranî û çekdarên alîgirên Îranê, jiber ku Îsraîl rê nade ku eniyeke din yê terorê li dijî Îsraîlê li deverê de çê bibe.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin