240 kesên din li Kurdistanê bi Koronayê ketin

heta niha 206 kes canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê duhê êwarê amara 24 seatên derbazbûyî ya Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di 24 seatên derbazbûyî de 1582 cerbandinên nûjdariyê bo diyar kirina Koronayê hatine kirin ku ji wan 537 li Hewlêr, 298 li Silêmanî, 524 li Dihukê û 223 li Gerimiyanê bûne.

Di encama wan cerbandinan de derketiye ku 58 li Hewlêr, 110 li Silêmanî, 71 li Gerimiyan û 1 kes li Dihukê bi Koronayê ketine.

Herwiha 6 kes li Silêmanî û kesek jî li Gerimiyanê bi giştî 7 kes jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Hetiha niha li Kurdistanê bi giştî 6 hezar û 144 kes bi Koronayê ketine û 207 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.