Şanda danûstandinkar ya Kurdistanê li gel Serokwezîr dicive

şanda danûstandinkar hefteya derbazbûyî serdana Bexdayê kiribû
کوردستان TV
100%

Biryare îro sêşem şanda danûstandinkar ya Kurdistanê yaku hefteya derbazbûyî bo domandina danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê yên bo çareser kirina kêşeyên heyî serdana Bexdayê kiribû, li gel Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bicive.

Di civînê de vê giftûgo li ser encamên diyaloga vê cara dawî ya li gel rayedarên Bexdayê were kirin.

Beriya niha jî Serokwezîr careke din li gel şanda danûstandinkar civiya bû û peyamek dabû Bexdayê û gotibû ku Kurdistan amadeye tevahiya kêşeyên heyî di çarçoveya destûra bingehîn ya Îraqê de li gel Bexdayê çareser bike.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.