Hizbulah: Kazimî bo hedefa me

Hizbulah dibêje emê êrîşî ser Kazimî bikin
حزبولڵای عێراقی بەلێنی داوە ، مستەفا كازمی بكەنە ئامانج
کوردستان TV
100%

Nakokiyên navbera hikûmeta Îraqê û çekdarên hizbulaha Îraqê ku ser bi Îranê ye her ku diçe zêdetir dibin.

Piştî girtina çend berpirs û endamên hizbulahê ji aliyê hêzên antî teror yên Îraqê ve, hizbulah gef li Serokwezîr kiribû ku lazime bilez yên girtî werin berdan beruvajî vê bo azad kirina wan hêzê bikar bîne.

Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî jî di bersifa gefan de gotiye: Ez daxwaza lêbûrînê ji ti aliyekê nakim, kesên hatine girtin, di çarçoveya erkên hikûmetê de ji aliyê antî terorê ve hatine girtin û tenê dadgeh dikare biryar li ser çarenivîsa wan bide.

Piştî vê daxuyaniya Serokwezîr, berpirsê ewlekariya Hizbulahê Ebû Elî Eskerî ragihand ku vê êrîşî ser Serokwezîr Mistefa Kazimî bikin.

Weke tê zanîn îna derbazbûyî hêzên antî terorê yên Îraqê li Başûrê Bexdayê çend endam û berpirsên hizbulahê girtibûn ku xwe amade dikirin êrîşî ser navçeya kesk ya li Bexdayê bikin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.