HDP: Sê parlamanterên me bi Korona ketine

dibêje rewşa wan ya tendirostî başe
کوردستان TV
100%

Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ragihand ku sê parlamanterên wê bi vîrusa korona ketine.

Li gor nûçeyeke voayê HDP’ê bi daxuyanîyekê dîyar kir ku piştî karkerekî paqijiyê yê li qata salona wan ya li meclîsê bi vîrusa korona ketiye, xebatkar, şêwirmend û parlamanterên wan test kirine.

Di daxuyaniyê de, navên parlamanteran nehat eşkere kirin.

Li gor daxuyaniyê, rewişa parlamanterên bi vîrusa korona ketine baş e û ew di bin çavdêriya doktor de ne.

Voa

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.