Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya wezîrê berevanî yê Îraqê kir û piştî bi dawî hatina civînê jî, Serokwezîrê Kurdistanê li ser pêgeha xwe ya fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;
Îro pêncşem 25/6/2020 me pêşwaziya wezîrê berevanî yê Îraqê Cuma Enad Sedûn kir.
Di civînê de me derbarê têkiliyên navbera hikûmeta herêma Kurdistan û hikûmeta federalî de û hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê kir û tekez li ser giringiya çalak kirina mekanîzma hemahengiya ewlekarî ya hevbeş di navbera artêşa Îraq û hêzên pêşmerge de kir bi taybetî li deverên Kurdistanî yên devreya îdareya Kurdistanê bo rûbirû bûna metirsiyên terorê li wan deveran.
Me amadebûna herêma Kurdistanê ya bo çareser kirina kêşeyên li gel hikûmeta federal bi rêya jihev fêm kirin û rêkeftinek ku li berejwendiya tevahiya welatiyên Îraqê de be diyar kir.
Di berdewamiya civînê de wezîrê berevanî yê Îraqê behsa zêde bûna gefên terorîstên DIŞIê kir û ragihand ku DIŞI dijminê tevahiyaye û cudatî di navbera pêkhateyên Îraqê de nake lewre lazime hemahengiyeke baş di navbera artêşa Îra û hêzên pêşmerge de hebe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin