Parêzgariya Hewlêrê belav kir ku jiber zêde bûna hijmara berketiyên Koronayê neçar bûne rêkarên nû yên xweparêziyê bixin meriyetê.
Li gor daxuaniya han vê qedexeya hatûçû ji seat 8ê şevê destpê bike heta 5ê sibê û di çarçoveya vê qedexeyê de li Hewlêr û derdorê ti kes nikare hatûçû bike.
Herwiha vê cîhên giştî jî werin daxistin.
Biryare komîteya rûbirû bûna Koronayê li ser vê mijarê agehiyên nû bide raya giştî.
duhê jî hatibû ragihandin ku dezgehên fermî yên hikûmetê 7 rojan daxistî dibin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin