Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên dawî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta navxwe di nava 24 seatên derbazbûyî de bi giştî 216 kes li seraserê Kurdistanê bi Koronayê ketine û 4 welatî jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Wezaretê diyar kiriye ku li Silêmanî 128, li Hewlêrê 41, Gerimiyan 45 û li Dihukê 2 kes bi Koronayê ketine.
Herwiha li Silêmanî jî 4 kes canê xwe ji dest dane.
Heta niha li Kurdistanê bi giştî 4 hezar û 679 kes bi Koronayê ketine û 133 kes ji 20 li Hewlêr, 111 li Silêmanî û 2 li Helebcene canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin