Li gor zaniyariyên berdest, cîhadiyên Tirkiyeyê li Efrînê berdewamin li ser revandin û kuştina welatiyên Kurd.
Jêder behsa vê yekê kirin ku welatiyê Kurd yê bi navê Egîd Mihemed Şêx Hesen ku li gel sê welatiyên din beriya demekê ji aliyê cîhadiyan ve hatibû revandin hatiye kuştin.
Hate zanîn jiber ku Şêx Hesen li ser destê xwe bi Kurdî nivîsandiye: Şehîd Namirin, cîhadî destpêkê destê vî jê kirine û pişt re jî bi zindî vî şewitandine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin