Li gor zaniyariyên berdest di nava 3 mehan de li Rojhilatê 67 welatiyên Kurd hatine girtin.
Jêderên nûçeyan behsa vê yekê dikin ku di nava sê mehên destpêkê ya îsal ( bi dîroka Îranî) hêzên îtlaata Îranê bi giştî 67 welatiyên Kurd li bajarên curbicur yên Kurdistanê binçav kirine.
Jêder ev yek eşkere kirine ku tevahiya binçavkiriyan, çalakvanên warên curbicurin û niha çarenivîsa 65 girtiyan û cîhê ragirtina 35 girtiyên din jî nediyare û kes nizane çi bi ser wan de hatiye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin