Şanda Kurdistanî yaku duhê bi Serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qobad Talebanî bo domandina danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê serdana Bexdayê kiribû, duhê êwarê li gel Serokwezîrê Îraqê civiya.
Di civînê de her du alî li ser çawetiya çareser kirina kêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê û gehêştin bi çareseriyeke mayinde di çarçoveya destûra Îraqê de giftûgo kirine.
Biryare şanda Kurdistanî çend rojan li Bexdayê bimîne û li gel rayedarên din yên Îraqê civînan pêk bîne.
Şanda Kurdistanî beriya serdana xwe bo Bexdayê li gel Serokwezîrê Kurdistanê jî civiya bû.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin