Ernest Tucker: Kurdistan hevpeymanê giring û steratejîk ya Amerîkayê ye li deverê de

Amerîka berdewam dibe li ser hevkarî kirina hêzên pêşmerge
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Amerîkî civiya û behsa çend mijaran kir û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr li ser naveroka civînê wisa nivîsandiye;

Îro sêşem 23/6/2020 me pêşwaziya şandeke Amerîkî bi Serokatiya berpirsê karûbarên berevaniya Amerîkayê li Îraqê Ernest Tucker kir û di civînê de me giftûgo derbarê rewşa Îraq û giringiya hebûna hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê kir.

Di berdewamiya civînê de me dilgiraniya xwe ya li hember rewşa na aram ya deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê diyar kir û tekez li ser kara kirina mekanîzma hevbeş ya ewlekarî a di navbera artêşa Îraq û hêzên pêşmerge de kir ku derfet bo vegerandina aramiyê bo wan deveran xweş dike.

Berpirsê karûbarên berevaniya Amerîkayê yê li Îraqê Ernest Tucker behsa vê yekê kirk u Amerîka berdeam dibe li ser hevkarî kirina hêzên pêşmerge ku di şerê dijî terorê de xudan roleke bi bandor bûye li deverê de.

Nav hatî herwiha stayîşa pêngavên reforman yên hikûmeta herêma Kurdistanê kir bi taybetî reformên di nava wezareta pêşmerge de û got: Kurdistan hevpeymaneke giring û steratejîk ya Amerîkayê ye li deverê de.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.