Wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê amarên 24 seatên derbazbûyî yên Koronayê li Kurdistanê de belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê, di nava 24 seatên derbazbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 299 kes bi Koronayê ketine û 8 kesên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dan.
Heta niha li Kurdistanê nêzî 4 hezar kesan bi Koronayê ketine û bi giştî 118 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin