Duhê Rêveberiya Xweser bi protokêleke fermî 5 zarokên din yên DIŞIê radestî şanda Fransî kir.
Duhê şandeke wezareta derve ya Franseyê serdana Rojavayê kir û li gel rayedarên rêveberiya xweser civiya.
Di civînê de behsa çend mijaran bi taybetê êrîşên Tirkiye û cîhadiyan bo ser deverê,dagîr kirin û guhertina demografiya deverên dagîrkirî, şerê dijî DIŞIê û têkiliyên navbera rêveberiya xweser û Franseyê hate kirin.
Li gor nûçeyeke anhayê piştî bi dawî hatina civînê 5 zarokên DIŞI yên ku bav û dayikên wan welatiyên Frensî bûne, radestî şanda wezareta derve hatin kirin.
Weke tê zanîn ev çendemîn care ku rêveberiya xweser zarokên DIŞI radestî welatên xwe dike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin