Di encama teqînekê de 13 pasdarên Îranî hatine kuştin

hijmara birîndaran nehatiye eşkere kirin
کوردستان TV
100%

Li gor zaniyariyên berdest li navendeke leşkerî ya spaha pasdaran teqîn çê bûye û herî kêm 13 kes hatine kuştin.

Di vê derbarê de ajansa kurdpa belav kir ku du roj beriya niha ( roja şemî) li navendeke leşkerî ya spaha pasdaran ya li bajarê Pîranşarê, di dema cerbandinê de gole topek di destê pasdaran de teqiyaye.

Di encama teqînê de herî kêm 13 pasdarên Îranê hatine kuştin.

Teqîn li navenda leşkerî ya hêza Tekawer ya spaha pasdaran ya li gundê Girdkeşane ya li Pîranşarê çê bûye.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.