Di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civînên xwe yên li gel Emar Hekîm û Hadî Amerî, li gel Serokê tevgera dewleta Qanûnê Nûrî Malikî jî civiya.
Di civînan de her du alî behsa kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê, çareser kirina wan di çarçoveya destûra bingehîn ya Îraqê û rewşa giştî ya Îraq û deverê kirin.
Weke tê zanîn Serokê herêma Kurdistanê duhê serdana Bexdayê kiribû û li gel Serokwezîr, Serokkomar û Serokê parlementoya Îraqê civiya bû.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin