Aloziyên navbera Tirkiye û Yûnanistanê her diçe aloztir dibin û piştî gotinên Serokwezîrê Yûnanistanê yên derbarê Tirkiyeyê de ku gotibû, Tirkiye bo ser asayîş û aramiya deverê metirsiyeke mezine û lazime pêşiya Tirkiyeyê were girtin, vê carê jî artêşa Yûnanistanê gef li Tirkiyeyê xwar.
Li gor kanala Open ya Yûnanî, Serokerkanê giştî yê Yûnanê ragihandiye ku artêşa Yûnanê di amadebaşiyeke temem deye û dikare gelek bi tundî û dijwarî bersifa her cure pêngaveke Tirkiyeyê bide.
Li gor kanala open Serokerkanê Yûnanê herwiha tekez kiriye ku artêşa Yûnanê amadeye tevahiya wan kesên ku êrîşî ser axa Yûnanê bikin anjî bikevin nava axa Yûnanê bişewtîne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin