Piştî ku duhê Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî huşdarî dabû hikûmeta Feyaz Seracê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tê piştîvanîkirin û gotibû ku eger hêzên cîhadî yên Tirkiye û hikûmetê her cure êrîşek bo ser bajarê Sirtê lidar bixin vê Misir bersifeke dijwar bide wan jiber ku Sirt bo Misirê xeta sore.
Îro jî rayedarên her du welatên Îmaratên Yekgirtî yên Erebî û Behreyin dilgiraniya xwe ya li hember rewşa heyî li Lîbyayê diyar kirin û ragihandin ku ev bi her awayî piştîvanî û piştgîriya siyaseta Misirê ya li Lîbyayê û gotinên Serokkomarê Misirê dikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin