Jiber şerê navbera PKK û artêşa Tirkiyeyê dîsa li parêzgeha Dihukê hijmareke gund hatin valakirin.
Li gor zaniyariyên berdest jiber dubare destpê kirina şer û pevçûnên navbera PKK û artêşa Tirkiyeyê li deverê de û herwiha dom kirina bordiman kirina wan deveran ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve, di nava 6 rojan de 18 gund li sînorê parêzgeha Dihukê ji aliyên şêniyan ve hatine valakirin û şêniyên wan gundan bo deverên din bar kirine.
Piraniya wan gundan li devera Şêladizêne û şêniyên wan yan hatine Şêladizê anjî çûne deverên din.
Di 20 salên derbazbûyî de jiber şer û operasiyonên navbera PKK û Tirkiyeyê 520 gundên deverê hatibûn valakirin.
Weke tê zanîn beriya du rojan jî artêşa Tirkiyeyê welatiyên silîv bordiman kiribû û di encama bordimanê de 4 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dabûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin