Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de ku li ser pêgeha xwe ya fermî ya li twitterê belav kiriye, spasiya xelkê Kurdistanê kiriye.
Serokwezîr di peyama xwe de nivîsandiye; Spasiya wan welatiyan dikim ku bi rêya medyaya civakî pirsên curbicur ji min pirsîne, bi deh hezaran pirs ji derve û navxweya welat gehêştine min, min xwezî dixwest ku bikarin bersifa tevahiya wan pirsan bidim.
Lê hijmara pirsan gelek zêdeye û ev yek jî nîşaneya xemxoriya welatiyane, beşeke zêde ya pirsan li ser çend mijarên diyarîkirîne, û piştî polîn kirina wan pirsan vê hewl bidim bersifa tevahiya wan bidim.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin