Daxwaza vekirina dozê dijî Tirkiyeyê tê kirin

dibêjin Tirkiye rewşa welat aloz dike
کوردستان TV
100%

Hijmareke zêde Parlementerên Îraqî dibêjin Tirkiye serweriya Îraqê binpê dike.

Ev demêke ku êrîş û operasiyonên Tirkiyeyê yên li dijî PKKê di nava axa Kurdistan û Îraqê de zêde bûne û di encama wan êrîş û operasiyonan de jî zirarên mezin yên canî û madî ber welatiyên sivîl ketine.

Li ser wan êrîşan, hijmareke Parlementerên Îraqê daxuyaniyeke hevbeş belav kirine û ragihandine ku Tirkiye serweriya Îraqê binpê dike û rewşa welat aloz dike lewre lazime hikûmeta Îraqê li Netewên Yekgirtî li dijî Tirkiyeyê doze veke.

Herwiha rayedar û berpirsên berê yên Îraqê weke Eyad Elawî û Nûrî Malikî jî daxwaza vekirina dozê li dijî Tirkiyeyê dikin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.