Li gor zaniyariyên berdest heta niha du girtî di girtîgehê di bi Koronayê ketine.
Jêderên çapemeniyê li ser zarê çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê belav kirin ku Korona gehêştiye nava girtîgeha navendî ya bajarê Sine û heta niha du girtiyên Kurd li vê girtîgehê bi Koronayê ketine.
Hate gotin ku rayedarên girtîgehê bo pêşî girtin ji belav bûna Koronayê û parastina tendirostiya girtiyan ti gavek ne avêtine.
Weke tê zanîn beriya niha jî li girtîgeha Urmiyeyê Korona belav bibû û çend girtî jî bi Koronayê ketibûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin