Hikûmeta herêma Kurdistanê bo parastina jîngeh û paqêj kirina jîngehê bernameyeke taybet daniye û di çarçoveya vê bernameya han de çend projeyên giring hatine amade û cîhbicîhkirin.
Yek ji wan projeyên hikûmetê yên bo parastin û paqêj hêştina jîngehê, ji nav birina çop (zibil, gilêş) ye û bo vê mebesta biryar hatiye dayîn ku li her bajareke Kurdistanê kargeheke ji nav birin û dubare bikar anîna gilêşan were damezrandin.
Di çarçoveya vê projeya hikûmetê de yekem kargeha ji nav birina gilêş û bikar anîna paşmayiyên gilêşê di warên din de, îro li Silêmanî bi awayeke fermî dest bi kar kir.
Ev kargeh niha bi awakî ezmûnî (cerbandin) kar dike û biryare di demeke nêz de bi fermî karên xwe destpê bike û gilêşên bajêr li xwe kom bike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin