Zêdetir ji 400 cîhadiyên Tirkiyeyê hatine kuştin

Tirkiye hîn jî li ser şandina cîhadiyan berdewame
کوردستان TV
100%

Nêrîngeha mafên mirovan ya Sûriyeyê belav kir ku Tirkiye berdewame li ser şandina cîhadiyên Sûriyeyê bo Lîbyayê.

Li gor raporta nêrîngeha mafên mirovan heta niha di şerê Lîbyayê de bi giştî 417 cîhadiyên Tirkiyeyê yên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve li Sûriyeyê bo Lîbyayê hatine şandin di şer û pevçûnên li Lîbyayê de hatine kuştin.

Herwiha heta niha 2 hezar û 600 cîhadî jî ji Lîbyayê vegeriyane Sûriyeyê û Tirkiye berdewame li ser şandina cîhadiyên li Sûriyeyê bo Lîbyayê.

Weke tê zanîn heta niha Tirkiye zêdetir ji 5 hezar cîhadiyên li Sûriyeyê şandiye Lîbyayê û beriha çend rojan jî dest bi ser keştiyeke Tirkî yaku cîhadî û çek bo Lîbyayê vediguhast hatibû girtin.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.