Serokwezîr li gel Parêzgarê Silêmanî axevî

2 2 miliyar dolar bo Helebce û Silêmanî were xerckirin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê biryar da daku 2 miliyar dînarên din bo Helebce û Silêmanî were xerckirin.

Serokwezîrê Kurdistanê derbarê giftûgoya han ya telefûnî wisa nivîsandiye;

Êwara îro pêncşem 18/6/2020 bi rêya telefûnê li gel Parêzgarê Silêmanî Heval Ebûbekir, me pirs rewşa tendirostî ya li Silêmanî û rêkarên xweparêziyê ji Koronayê li vê Parêzgehê kir û dilgiraniya xwe ya li hember zêde bûna hijmara berketiyên Koronayê diyar kir û hevxemiya xwe jî bo kesûkarên qurbaniyan diyar kir û sersaxî da wan.

Me biryar da daku qasî 2 miliyar dinarên din bo her du Parêzgehên Silêmanî û Helebce, îdareya Gerimiyan û Raperînê were xerc kirin û hevkarî kirina wan di rûbirû bûna Koronayê de.

Hevdem li gel diyar kirina dilgiraniya xwe ya li hember rewşa heyî, me tekez li ser vê yekê kir ku rêya taqane ya derbaz kirina rewşa han û kontrol kirina Koronayê, pêbend bûne bi rêkarên xweparêziyê û şîretên tendirostî ji aliyê dezgehên hikûmet û welatiyan ve.

Herwiha di nava giftûgoya han de me ew yek dubare kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê tevahiya karînên xwe bi tevger kiriye bo dabîn kirina pêdiviyên jiyana xelkê û parastina tendirostiya welatiyan û nedibû ev mijara han têkilî mijarên babet û mijarên siyasî were kirin, me hêviya vê yekê xwest ku bi hevkarî û yekrêziya tevahiya aliyan, bi taybetî piştîvaniya aliyên beşdar di hikûmetê de ev pêvajoya han ya dijwar derbaz bikin.

 

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.